NAVENDA NÛÇEYAN – 18 ciwanên ku li dijî êrîşên li ser Filistînê beşdarî çalakiya ji bo Filistînê hezar ciwan bûn, hatibûn binçavkirin. Ciwanên ku ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Hin ciwanên ku duh bi şev ji bo piştgiriyê bidin karkerên Fernas ên di bin pêşengiya Karê Madenê ya Serbixwe ya Taksîmê de li ber xwe dan, hatin berdan, lê 14 kesên tevlî çalakiya 7’ê Cotmehê bûn binçavkirina wan hin jî dewam dikin.
Her wiha di serdegirtina malan de 4 kes hatin binçavkirin.
Hat hînbûn ku bersûcên “binpêkirina zagona bi hejmara 2911’an”, “li hemberî polîsan li ber xwe daye” û “xisar daye mal û milkên gel” in.
Ciwanên ku ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin, bi tedbîrên kontrola edlî hatin berdan.