BERN – Di çarçoveya Pêngava ‘Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî, ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li bajarê Bern ê Swîsreyê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.
Ciwanên ku li qadên cuda yên Gara Trenê ya Navendî ya Bernê çalakî pêk anîn, bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO.
Li cihê ku girse lê kom bû, ciwanan pankarta “Serî Hilde Azad Bike” vekirin û bi meşaleyan piştgirî dan çalakiya xwe.
Ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Es Lebe Ocalan” û “Bê Serok Jiyan Nabe” dawî li çalakiya xwe anîn.