NAVENDA NÛÇEYAN- Proseya dengdana taybet ya dewreya şeşemîn ya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di saet 18:00’an de bidawî bû.
Îro di saet 07:00’an de proseya dengdana taybet ya dewreya şeşemîn ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Komîsyona Bilind û Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê destpê kir û di saet 18:00’an de bidawî bû.
Proseya dengdana taybet li çar bazinên hilbijartinê yên Herêma Kurdistanê, Kerkûk û li 7 parêzgehên Iraqê hat kirin. Di dengdana taybet de mafê 715 hezar û 960 dengderên ji hêzên ewlekariyê (pêşmerge, polîs û asayiş), girtî û kesên nexweş û ji wan re biyometri hatiye çêkirin, hebû.
Komîsyona Bilind û Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê ji bo dengdana taybet 165 navend û 749 rawestgehên dengdanê amade kiribûn.
Ji bo hilbijartinên dewreya şeşemîn ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê 136 lîste, hezar û 191 namzet ku 368 jinin, ji bo bidestxistina 100 Kursiyên parlamentoyê dikevin pêşbirka hilbirtinê.
Proseya dengdana taybet ku îro di saet 07:00’an de li çar bazinên hilbijartinê yên Herêma Kurdistanê, Kerkûk û 7 parêzgehên Iraqê destpê kiribû, di saet 18:00’an de bi beşdariyeke zêde ku li piraniya deverên Herêma Kurdistanê ji sedî 97 derbaz kir, bidawî bû.
Çavkanî: Rojnews