ŞEHBA- Xelkê kantona Efrîn û Şehba cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Seidelah Hisên Eyûbê yê ku di 18ʹê Cotmehê de li ser erka xwe şehîd bûbû li Goristana Şehîd Sozan Amanûs a bajarokê Fafînê oxir kir.
Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Wilo axivî û got: “Em tevahî şehîdên destanên lehengî û berxwedanê nivîsandine bi bîr tînin. Şehîd Seidelah bi doza xwe re wefedar bû. Ew ji malbateke welatparêz û xwedî dîroka têkoşînê ye.”
Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Efrîn û Şehba Hikmet Reşîd jî got: “Şehîd Seidelah yek ji kesên destpêkê tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûye. Em soz didin ku rêça şehîdan bişopînin.”
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.