NAVENDA NUÇEYAN- Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), duh bi şev li bajarokê Zakiya yê gundewarê Şamê şer di navbera hêzên hikumeta Şamê û ciwanên bajarokê de derket.
SOHR têkildarî sedema şer de diyar kir ku dewriyeya hêzên hikumeta Şamê ya benda kontrolê ya “Zeytî” bi awayekî ketober gule li du ciwanên reşandin, piştre revandin û berin cihekî nediyar e.
SOHRˈê da zanîn ku ciwanan bajarokê bersiva revandina her du ciwanan da û şer di navbera wan û hêzên Şamê de derket. Tê gotin ku hejmarek leşkerên Şamê birîndar bûne.
Li gorî SOHR, hêzên hikumeta Şamê hêzeke leşkerî ya mezin li derdora bajarokê bi cih kir.
Li bajarokê Zakiye, alozî hîn dewam dike. Metirsiyên şêniyan hene ku rewş aloztir dibe.
Bajarokê Zakiye girêdayî navçeya Kiswê yê gundewarê Şamê ye. Meheke bajarokê ji aliyê “Firqeya 4ˈan” ya hikumeta Şamê ve hatiye dorpêçêkirin. Tê gotin, armanca hikumeta Şamê ji vê yekê ew e ku “Lihevhatineke giştî” ferz bike.