NAVENDA NUÇEYAN- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Fatsa yê dikeve rojhilatê bajarê Eyn Îsayê bi hawnan topbaran kir.
Di encama topbaranê de 3 zarok ku pez diçîrandin şehîd bûn.
Navên zarokên şehîd wiha ne: Mislit Zekî El Xedîb, Resûl Munadî El Xedîb, Feysel Xazî El Xedîb.
Temenên her sê zarokên şehîd 13 salî ne.