MARSÎLYA – Endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) li Taxa Marîgnane ya Marsîlyayê panelek li ser erkên dewreyê yên ciwanan ên li dijî komployê li dar xistin. Ciwan li Navenda Çanda Kurd a Marignane hatin cem hev û piştî panelê bernameya muzîkê li dar xistin.
Li ser navê Navenda Çandê ya Marignane Ercan Kop li ser ruhê ciwanan ê di nava PKK’ê de, rol û mîsyona ciwanan a di dîroka partiyê de axivî.
Ercan Kop diyar kir ku gelê Kurd li Ewropayê ji aliyê dewleta Tirk û hêzên hegemonîk ve neçarî koçberiyê bûye û wiha got; “Gelê Kurd carek bi şewitandina gundên xwe rastî koçberiyê hat, cara duyemîn jî ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê û zextên dewleta Tirk li metropolan rastî koçberiyê hat. Lê gelê Kurd bi taybetî jî ciwan li hemberî van polîtîkayên zext û qirkirinê her tim di nava berxwedanê de ne û ev polîtîka pûç kirine.”
Piştî Ercan KOP’ê li ser navê TCŞ’ê Rustem Serhed axaftinek kir. Serhed bi giştî li ser pêvajoyê nirxand û bi taybetî bal kişand ser Komploya Navneteweyî ya ku di şexsê Rêber APO de li ser gelê Kurd hat meşandin û diyar kir ku hêzên komploger li hemberî Rêber APO bêçare mane û ji ber vê jî tecrîda mutleq li ser Rêber APO pêk anîn.
Serhed bal kişand ser pêvajoya pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ku bi çalakiya fedaî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO ji aliyê Şehîd Erdal Şahîn û Şehîd Rojhat Zîlan ve hatiye destpêkirin û li ser rol û tempoya ciwanan di vê tevgerê de nirxand.
Serhed her wiha bal kişand ser rêbazên şerê taybet ên hêzên komploger ji bo derxistina ciwanan û destnîşan kir ku divê em rêxistinbûna xwe li qadên ku ciwan lê hene berfireh bike û bi vê rêxistinbûnê li dijî polîtîkaya şerê taybet û pêkhateyên wê raweste.
Piştî panelê ciwanan bernameya muzîkê li dar xistin û diyar kirin ku ew ê li dora çanda şoreşgerî bimeşin.