LONDON – Fîlmê bi navê “Belkî Sibe” li paytexta Îngilîstan Londonê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hat pêşandan.
Derhênerê fîlmê Alexis Daloumis ku beşdarî pêşandanê bû, amaje kir ku di fîlmê de kodên şer ên şoreşa Rojava û çawaniya şerê li dijî DAIŞ’ê û rola şervanên YPG’ê cih girtine.
Belgefîlma ku ji aliyê Alexis Daloumis û Shadow Crew ve hatiye çêkirin, li ser şerê li dijî DAIŞ’ê li Sûriyeyê û Şoreşa Rojava ye. Fîlm ji Şerê Minbicê (Havîna 2016) heta Rizgarkirina Bajarê Reqa (15ê Cotmeha 2017an) û Rûxandina Xîlafeta Îslamî û hilbijartinên 2ê Kanûna Pêşîn a 2017an vedihewîne.