QAMIŞLO – Îro Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo Konferansek ji bo Rêber APO li dar dixe. Konferans di çerçoveya hamleya “Ji Rêber APO Re Azadî, Ji Pirsgireka Kurd Re Çareserî’’ de bi şîara “Çareseriya siyasî ya Rojhilata Navîn bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibe” tê li dasrxistin. Jinên Ciwan di asta Herema Cizirê de beşdarî Konferansê bûn.
Konferans di meha Cotmehê, meha Komplo de tê lidarxistin. Ji ber vê jî naskirina rastiya komplo û rewşa Rêber APO li Îmraliyê hatin nirxandin. Bi boneya salvegera yekêmîn a pêngava “Ji Rêber APO Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî’’ em ketin merheleya dûyemîn ya hamleyê. Ev jî tê watêya ku pêwîste xebatên ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber APO hîn xurtir û di asta gerdûnî de werin meşandin. Yekîtiya Jinên Ciwan di çerçoveya pêngavê de gelek xebatên giring li darxistin.
Li ser vê esasî Konferans bi deqeyek rêzgirtin despêkir. Piştî vê li ser navê Înisiyatîfa Azadiya Fizikî ya Abdullah Ocalan axaftîna vekirinê hat kirin. Di axaftinê de bal li ser rola jinên ciwan di têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO de hat kişandin.
Di diwanê de Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan bi navê Rîm, Soryaz Simo û Endama Yekîtiya Ermenan bi navê Mixa cihê xwe girtin. Her wiha sinevizyonekê li ser Perspekîfa Rêber APO hat temaşe kirin, perspektîf di derbarê rewşa Rêber APO li Îmraliyê û rola Jinên ciwan di têkoşîna azadiyê de bû.
Konferans vê bi dû semîneran dewam bike. Yek semîner li ser rewşa Rêber APO li Îmraliyê û rastiya têcrîd û komplo ye. Piştî vê jî semînerek li ser aloziyên Rojhilata Navîn di wextên niha de û çareseriya Rêber APO ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn were dayîn.