REQA – Bi beşdariya endamên Yekitiyên Jinên Ciwan ên kantonên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê konferansa “Çareseriya siyasî ya Rojhilata Navîn bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibe” li navenda Çandê ya Reqayê tê lidarxistin. Li hola konferansê wêneyên Rêber APO hatine pêşandan.
Di konferansê de Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber APO, rewşa li girtîgeha Îmraliyê, şer û aloziyên li Rojhilata Navîn û çareseriyên ku Rêber APO pêşkêş kirine tên nîqaşkirin.
Konferans bi dayîna semînerekê ji aliyê hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Reqayê Buşra El Ehmed ve dest pê kir. Buşra dîroka komploya li dijî Rêber APO, armanca wê, aliyên beşdarî komployê bibûn û qonaxên têkoşîna Rêbertî ya li hemberî komployê şîrove kirin.
Buşra serhildan û çalakiyên pêkhateyên gel ên li hemberî komployê, ji çalakiya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” heya pêngava navneteweyî ya “Ji APO re çareserî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” nirxandin.
Buşra El Ehmed bal kişand ser têkoşîna Rêber APO a ji bo azadiya jinan û got: “Rêbertî di analîzên xwe de girîngiyeke mezin daye rizgarkirina jinan ji koletiyê û girîngiya piştevaniya wan di hemû qadên jiyanê de.”
Buşra anî ziman ku bi saya Rêber APO jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengî ji şoreşê re dikin û got: “Di serî de ciwan, divê tevahî jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê mezin bikin.”
Konferans bi pêşandana belgefîlmeke li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO, şerê desthilatê yê li ser hegemoniyê û bandorên wê li ser civakê tê pêşandan.