ŞENGAL- Li gundê Dîgurê yê Şengalê li ser navê Şehîd Zozan Hesekê turnuvaya voleybolê hat destpêkirin. Turnuva ji aliyê jinên ciwan û gel ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.
Turnuvaya ku ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwanên Şengalê ve hat lidarxistin 3 roj berdewam kir bi giştî 10 tîm tevlî turnuva bûn. Di encamê listîkan de du tîm fînalê re ma. Doh maça fînalê de 2 tîmên jinên ciwan bi hevdu re lîstin. Di fînalê de tîma Digurê rûbirûyê tîma Sinûnê bû. Di encama maçê de tîma Digurê bi ser ket. Tîma ku serket re diyarî hatin belavkirin.
Turnuva ji bo bîranîna Şehîd Zozan Hesekê, fermandarekî YPJ, ku di Nîsanê 2024 şehîd ket hat li darixistin.