NAVENDA NÛÇEYAN – Duh bi Rêber APO re ku 43 meh in agahî jê nayê girtin re hevdîtinek pêk hat. Omer Öcalan di tweeta X’ê de ragihand ku ew bi Rêber APO re hevdîtin kiriye.
Tweeta ku hatiye şandin wiha ye:
“Herî dawî di 3’ê Adara 2020’an de bi Birêz Abdullah Ocalan re rû bi rû hevdîtin pêk hat. Me weke malbat bi salan şûnde di 23’ê Cotmeha 2024’an de bi Birêz Ocalan re hevdîtin kir. Em dixwazin ku serdana malbatê ya rûtîn, ku mafek qanûnî ye, bêyî ku şert û merc berdewam bikin.”
Derbarê detayên hevdîtinê de heta niha ti agahî nehatin bidestxistin