TEBQA – Ciwanên Şoreşger û jinên ciwan ên navçeya Tebqayê li dijî êrîşên dewleta Tirk xwepêşandanek girseyî pêk anîn.
Şêniyên navçeya Tebqayê bi xwepêşandanekê ku li ber avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li navenda bajarê Tebqayê dest pê kir.
Li ser navê şêniyên navçeya Tebqayê Ehmed El-Xelef axaftinek kir û wiha got: “Dewleta dagirker a Tirk a xwînmij, faşîst ji destpêkê ve bêyî ku bikar bîne derfet nehiştiye ku êrîşî herêmên me bike.”
Li ser navê tevgerê jinên ciwan ên navçeya Tebqayê Semîra Hebeş axaftinek kir û wiha got: “Êrîşên dewleta Tirk a dagirker niyeta wê ya têkbirina aramiyê.”
Xwepêşandan bi qîrîna dirûşmên “Ji dagirkeriyê re na”, “Ji qetilkirina sivîlan re na” bi dawî bû.