NAVENDA NUÇEYAN- Milîsên Sînan Dersim ên HBDH’ê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li Stenbolê di demên cuda de çalakî lidar xistin.
Têkildarî çalakiyên ku ji aliyê Milîsên Sînan Dersim ên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ve hatine lidarxistin, ev tişt hatin diyarkirin:
“19’ê Cotmehê li Umraniye/Taxa Dudullu/ Cadeya Bayrak/ Kolana Azimliyê cihê îmalat û firotinê ya MODÎ mobîlya ya ayîdê şexsekî MHP’î, hate şewitandin. Beşa li qata dawî ya kargehê ku weke depo dihate bikaranîn, bi temamî bû xwelî û hemû kargehê zirar dît.
22’yê Cotmehê li Gazîosmanpaşayê siharê di derdora saet 08.00’an de saha fûtbolê GOP a li kolana 648’emîn a taxa Karayollari û tekstîleke navdar a li rexa wê, hatin şewitandin. Di çalakiyê de saha fûtbolê bi temamî bû xwelî û fîrmaya ku firotina markaya navneteweyî dike, zirareke mezin dît.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Milîs bi rengekî bi ewle vegeriyane û wiha hate gotin: “Dewleta qirker li Rojava û Şengalê rasterast sivîlan û qadên niştecihiyê dike hedef. Li dijî van êrîşên hewayî me li Stenbolê çalakiyên tolhildanê lidar xistin.”