TORÎNO – Li bajarê Torîno yê Îtalyayê, ciwanên enternasyonalîst ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO, daketin qadan. Her wiha êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Rojava û Şengalê jî protesto kirin.
Di çalakiyê de alên Rêber APO, alên TEV-DEM’ê yên mezin û pankart hatin vekirin. Sîlueta portreya Rêber APO li ser dîwêr hat xêzkirin û nivîsa “Azadî ji Ocalan re” hat daliqandin.
Meş li ber avahiya navendî ya nûçeyan rawestiya û jina ciwan a enternasyonalîst li ser rola çapemeniyê axaftinek kir. Di axaftina xwe de diyar kir ku ji ber ku êrîşên dewleta Tirk û Îsraîl a faşîst di rojevên de cih negirtine mafên Kurdan û Filistîniyan bi xwîn di destê wan de ye.
Hat destnîşankirin ku di van êrîşan de Fabrîqeya Çekan a Leonaro ya li Torînoyê rol lîstiye. Di berdewamiya axaftinê de hate diyarkirin ku navenda şerê cîhanê yê sêyemîn Rojhilata Navîn e û ev pêvajo di dema xwe ya herî kaotîk de derbas bûye. Ji bo gelên bindest ji bilî azadiya Rêber APO ti çareseriyeke din nîne û armanca yekemîn a ciwanên navneteweyî şikandina tecrîda li ser Rêber APO û misogerkirina azadiya fîzîkî ye.
Çalakgeran belavokên ku hevkariya Serokkomarê Îtalyayê Giorgia Melonî û şefê faşîst Erdogan vedibêje li dîwaran hatin daliqandin.
Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bijî PKK”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd Namirin” hatin berzkirin.