TEBQA – Îsal jî Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di 32’emîn salvegera şehadeta xwe dehat bîranîn.
Yekîtiya Jinên Ciwan a navçeya Tebqayê bi amadebûna bi dehan ciwan şehîd Bêrîtan bi bîr anî. Hemû beşdar ji aliyê jinên ciwan hatin pêşwazîkirin.
Di kesayeta şehîd Bêrîtan de hemû cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn. Gufran El-Elî, Berdevka Tepqayê ya jinên ciwan ev tişt got: “Em fermandara xwe ya mezin Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di salvegera şehadeta wê de bi rêzdarî bi bîr tînin. Bi berxwedana şehîdan gelan rêya azadî û rûmetê nas kirin, bi xwîna şehîdan a pîroz meşeleya azadiya di rêya gelan de ronî kirin.
Piştre sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Bêrîtan hate temaşekirin. Piştre ji bo bîranîn û rêzgirtina şehîd Bêrîtan mûm hatin pêxistin.