GEVER- Şeva 26’ê Cotmehê li Taxa Kişla ya Geverê ji aliyê Ciwanên Welatparêz ve çalakiya daliqandina pankartan hate lidarxistin.
Ciwanên Welatparêz li navçeya Kişla ya Geverê ji bo silavkirina çalakiya Tabûra Nemiran APO Ş.Asya Alî û Ş.Rojger Hêlîn ku li dijî TAI’ê ya Enqereyê çalakiyeke fedaî li dar xistin, pankartan daliqandin. Li ser pankartan ev tişt hatin nivîsandin: “Agir Kete Dilê Enqerê” û “Ne hewce ye ku hûn li zarokên gel bigerin, ew ê we bibînin ”.