REQA – Ev demek e jinên ciwan bernameya bi navê “Li Sofreya Rojê” li dar dixin. Rojekê tev bi felsefeya Rêber APO ve mijûl dibin.
Ji bo ku jinên ciwan felsefeya Rêber APO baştir fêm bikin û di heman demê de baştir jiyan bikin, rojekê xwe “bi Rêber APO derbas dikin.” Bername “Li Sofreya Rojê” de li gelek bajarên Rojava û bakurê rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin. Îro jî bi dehan jinên ciwan ên Reqayê hatin cem hev ji bo ku û “roje xwe bi Rêber APO re derbas bikin.” Jinên ciwan biryar dan ku pirtûkek bi zimanê Erebî li ser jiyana Rêbertî ya Îmraliyê bixwînin. Di dawiya rojê de ji bo her jinen ciwan ji bo hînbûna jiyana Rêber APO bidome pirtûkek diyarî girt.