REQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo silavkirina çalakiya Ş. Asya û Ş. Rojger ên ku çalakiya fedaî pêk anîne bîranîn lidarxistin. Roja 23’ê Cotmehê piştî nîvro li paytexta Tirkiye çalakiya fedaî ji aliyê Ş. Asya Alî û Ş. Rojger Hêlîn yên Tabûra Nemiran hemberî navenda hilberandina çekan a TUSAŞ pêkhat.
Bi beşdariya bi dehan ciwanên herêmê bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên şoreşê ve destpê kir.
Piştre jî bo ku wateya şehîd û fedekariyê baştir were naskirin, sînevîzyonek ser Rêber APO hate temaşekirin.
Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a yê bi navê Eli Osman wiha nirxand: “Ji bo fêhmkirina şehîden xwe divê beriya her tiştî Rêber APO were fêm kirin, ji ber ku bi vî awayî em dikarin fedekariya Şehîd Asya û Rojger fêm bikin. Di vê pêvajoya şerê wisa dijwar de gelek kesan digotin “Tevgera Azadiya Gelê Kurd dê êdî nikaribe ber li xwe bide”, lê baweriya her du hevalan bi felsefeya Rêber APO xurtir bû û ji ber vê çalakiyeke dîrokî kirin. Ş. Asya û Ş. Rojger bi vê çalakiya li hemberî tecrîda girankirî û êrîşên Dewleta Tirk a dagirker helwest danîn. Em wek Ciwanên Şoreşger şehîdên xwe Asya û Rojger bi hurmet û minet bi bîr tînin û bejna xwe bi rêzdarî ditewînin.”
Çalakiya bîranînê bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.