KOBANÊ – Cenazeyê şervana YPJˈê şehîd Tolîn Pelşîn Baz bi merasîmekê hat oxirkirin û gerîlayê HPGˈê şehîd Zinar Raperînjî hat bi bîranîn.
Şervana YPJˈê Tolîn Pelşîn Baz 25ˈê Îlonê di êrişeke artêşa Tirk a dagirker de li Minbicê birîndar bûbû û di 27`ê Cotmehê de şehîd bûbû.
Îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li Kobanê hat oxirkirin.
Di merasîmê de gerîlayê HPG`ê Zinar Raperîn (Mihemed Hecî) ê 16`ê Hezîrana 2023`yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû jî hat bibîranîn.
Di merasîmê de ji fermandarên YPJˈê Çîçek Zagors axivî, şehîdên şoreşê bi bîr anîn û got: “Şehîd Tolîn li dijî polîtîkaya dijmin ku dixwazin me tune bikin li ber xwe da û gihaşt asta şehadetê. Bi rihê xwe yê Apoyî di xebatên ciwanan de pêşengtî kir û bû yek ji mînakên jinên serhildêr û wêrek. Ev ne cara yekemîn e ku em kulîlkên rengîn di goristana bedew de diçînin. Lê bila dijmin baş bizane, bi çi êriş dike bila bike, em ê li ber xwe bidin û gelê me li pişt me ye.”
Çîçek Zagors soza tolhildana şehîd da û wiha domand: “Em ê bi berxwdan û têkoşînê herêmên dagirkirî rizgar bikin û Rêber APO bi fîzîkî azad bikin. Careke din em soz didin em axa xwe bernadin. Em ê şopdarên rêya şehîden xwe û Rêber APO bin. “
Li ser navê malbatên şehîd Tolîn û Zinar axaftin hatin kirin. Di axaftinan de heya mîsogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber APO soza berxwedan û domandina xeta şehîdan hate dayîn.
Piştre nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Di dawiyê de cenazeyê şehîd Tolîn Baz bi dirûşman hate veşartin.