REQA – Yekîtiya Jinên Ciwan ên kantona Reqayê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO Re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî” li parka Zanîngeha Şerq a kantonê pêşangehek wêneyên Rêber APO vekir.
Bi dehan xwendekarên zanîngehê li parka Zanîngeha Şerq beşdarî pêşangeha bûn. Armanca vekirina vê pêşangehê ew e ku xwendekar jiyan û têkoşîna Rêber APO bidin nasîn.
Di pêşangehê de 15 wêneyên qonaxên têkoşînê yên ji gundê Amara ya Rêber APO heta Îmraliyê hatin pêşandan. Di wêneyan de gotinên li ser têkoşîna 50 salî ya Rêber APO jî hebûn.