MARSÎLYA – Ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) çalakiya şehîd Asya Alî û Rojger Hêlîn ên di 23’ê Cotmehê de li Marsîlyayê li dijî Enqere TUSAŞ çalakiya fedayî pêk anîn silav kirin. Piştî çalakiya TUSAŞ êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê ciwanan ji bo protestokirina êrîşan meş û daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin.
Ciwan li ber Sainte Marthe La Poste hatin cem hev û bi pankarta ku li ser gotina Şehîd Asya Alî ya di axaftina xwe ya ji bo Gerîla Tv de, nîvisandiye: “Qutkirina nefesa dijmin li ku derê nefesê bigire wê me ber bi serkeftinê ve bibe” heta Saint-Joseph meşiyan.
Ciwanan di meşê de gelek caran bê navber siloganên “Bijî Serok APO”, “Ciwan fedaî Rêber APO Ne”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Gerîla” û “Libertê Pour Ocalan” berz kirin.
Endamên TCŞ’ê di dawiya meşê de ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê di şexsê şehîd Rojger Hêlîn û Şehîd Asya Elî de deqîqeyek rêzgirtinê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Li ser navê TCŞ’ê Rûstem Serhed axaftinek kir. Serhed di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Di serî de em çalakiya şehîd Rojger û Şehîd Asya ku li Enqereyê çalakiya fedaî pêk anîn silav dikin û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. “Şehîd Rojger û Şehîd Asya bi fedaî li dilê dijmin, li xwînerê pîşesaziya faşîstan xistin.
Rûstem Serhed, bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava yên piştî çalakiya fedayî û wiha got: “Dewleta Tirk a faşîst ku nikare li dijî têkoşîna gerîla li ber xwe bide, bi tirsonek êrîşî gelê sivîl dike. Em weke ciwanên APO van êrîşên dijmin protesto dikin û diyar dikin ku em ê li her qadê li ber xwe bidin. “Em ê li ber xwe bidin, em ê serî hildin û em ê nehêlin dijmin nefesê li tu cihî bigire.”
Ciwanan bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok APO” çalakî bi dawî kirin.