TEBQA – Îro sibê Tevgera Ciwanên Şoreşger li Tebqa bi Şaredariya Gel bi beşdariya 50 ciwan û xebatkarên paqijiyê hemleya paqijiyê da destpêkirin.
Hemleya paqijkirinê îro dest pê kir û dê di rojên pêş de jî berdewam bike. Ciwanan bajarê xwe bi coş paqij kirin. Ciwanê ku beşdar bû jî ev tişt anî ziman: “Belê, dijminê dagirkeriya Tirk her roj êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, lê em berdewam dikin. Em jê bandor nabin. Em bajarê xwe ava dikin û ev jî tê wateya paqijkirina wî. Bi hemleya paqijkirinê re em dijmin jî tine dikin. Ji ber ku em ê welatê xwe terk nekin. Berevajî vê. Em ê ava bikin û paqij bikin.”