BORDEAUX – Di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Pirsgirêka Kurd re çareserî” de, ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO protesto kirin. Ciwanên li taxa Rochefort a Bordeaûx a Fransayê hatin cem hev, çalakiya şehîd Asya Alî û Rojger Hêlîn ên di 23’ê Cotmehê de li dijî TUSAŞ’ê ya Enqereyê çalakiya fedaî pêk anîn, silav kirin.
Girseya ku bi pêşengiya TCŞ’ê li ber Postexaneya Rochefort kom bûn, bi alên Rêber APO, alên PKK, KCK û TCŞ’ê û pankarta “APO’cular geliyor Ankara’yı sallıyor” meşiyan. Di meşê de timî dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Gerîla” û “Bijî Berxwedana Rojava” hatin avêtin.
Endamên TCŞ’ê hatin ber Şaredariya Rochefortê û di şexsê şehîd Asya Elî û Şehîd Rojger Hêlîn de ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê deqîqeyek rêz girtin. Piştî kêliya rêzgirtinê li ser navê TCŞ’ê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO li her qadê têbikoşin.
Li ser navê TCŞ’ê Hogir Botan daxuyanî da û wiha got: “Divê em berxwedana Rêber APO ji xwe re esas bigirin û bi taybet li Ewropa û çar parçeyên Kurdistanê her roj û her saet li qadan bin û heta ku em Azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk bînin têbikoşin. .”
Hogir Botan di dawiya axaftina xwe de banga mîtînga mezin a 16’ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO kir.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Serok APO” bi dawî bû.