BERLÎN – Li paytexta Elmanya Berlînê, ciwan bi pêşengiya TekoJIN (Jinên Ciwan ên Têkoşer) hatin gel hev û li ser tecrîda girankirî ya li Îmraliyê li ser Rêber APO û têkoşîna Rêber APO ya li dijî wê, semînerek li dar xistin.
Civîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Berlînê (NAV-BEL), di şexsê şehîd Rojger Hêlîn û şehîd Asya Elî ku li Enqereyê çalakiya fedaî pêk anîn, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir.
Siyasetmedar Muharrem Aral wek axaftvan beşdarî semînerê bû. Aral bal kişand ser tecrîda li ser Rêber APO û got, “Paradîgmaya ku Rêber APO afirandiye ji bo hemû gelên cîhanê bûye hêviyek. Rêber APO ye ku dikare ji krîz û kaosa ku îro li cîhanê heye re çareseriyê bide. Ji bo vê jî pergala kapîtalîst ji bo hegemonyaya xwe biparêze Rêber APO dîl girt. Bi vî rengî xwestin têkiliyên heyî yên Rêber APO yên bi gelê Kurd û gelên cîhanê re qut bikin. Lê niha Rêber APO li hemberî tecrîda sîstematîk û girankirî ya li Îmraliyê di nava têkoşîneke bê hempa de ye. Rêber APO herî dawî di 23’ê Cotmehê de bi biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin pêk anîbû. ”
Aral di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser nirxandina Omer Ocalan a “Ji bo xurtkirina destê Rêber APO em bi awayekî komî bixebitin” û ev bang kir. “Îro çareseriya her tiştî Rêber APO ye. Rêber APO di hevdîtina bi biraziyê xwe re careke din ev yek anî ziman. Omer Öcalan jî bi heman awayî ev bang kir. Ji niha û pê de divê ciwanên Kurd bi ruhê Asya û Rojger ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO rabin ser piyan. Careke din ez bang li me dikim ku em têkoşînê mezin bikin da ku bibin layiqî silava Rêber APO.
Piştî semînerê bang li ciwanan hate kirin ku tevlî çalakiya 16’ê Mijdarê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin bibin.
Semîner bi konsera muzîkê ya ciwanan û dîlanê bi dawî bû.