LÛZERN – Li bajarê Luzern ê Swîsreyê bi pêşengiya TekoJIN (Jinên Ciwan ên Têkoşer) panelek bi navê “Hevjiyana Azad” hat lidarxistin. Bi giranî endamên TCŞ’ê yên Swîsreyê (Tevgera Ciwan ên Şoreşger) jî beşdarî panelê bûn. Di panelê de nirxandinên Rêber APO yên li ser “He Jiyana Azad” hatin xwendin.
Panel di şexsê şehîd Asya Elî û Şehîd Rojger Hêlîn ên di 23’ê Cotmehê de li dijî TUSAŞ’ê ya Enqereyê çalakiya fedaî pêk anîn, bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir.
Piştî jimartina dengan helbesta Rêber APO hatin xwendin. Piştre di nava ciwanan de nîqaş hatin kirin. Di nîqaşan de; Bal hat kişandin ser mijarên weke cihê jin û mêr di nava civakê de, wateya ‘Hevjiyana Azad’ çi ye, çawa û çima di nava jiyanê de cih bigire, hat nirxandin.
Panel bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.