BREMEN – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û ciwanên enternasyonalîst bi daliqandina pankarta ji bo mîtînga Kolnê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO di 16’ê Mijdarê de li bajarê Bremen ê Elmanyayê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin.
Ji bo meşa ku li Kolnê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Pirsgirêka Kurd re Çareserî” tê lidarxistin, ciwanan pankarta ala PKK’ê û wêneyê Rêber APO vekirin û meşale pêxistin.
Li ser pankartê ev daxuyanî hatin dayîn:
“Azadî ji Ocalan re, di 16’ê Mijdarê de li Kolnê, Silava Rêber APO hat ji me re, em jî hezar silava dişînin ji Rêber APO ”