NAVENDA NÛÇEYAN – Ji Pênûsa Tijda Toros
“Serdema ku em jiyan dikin serdemekî wisa ye ku di destpêkê dîrokê heya roja me ya îro de têgînên ku hatine bikar anîn; gelan û jinan ji bo ku van têgînan biparêze û di maneya xwe de bihêle berdelên pir mezin dane, lê em mêze dikin ev buye pirsgirêka jiyanê ya herî esasî. Em di serdemê wisa de jiyan dikin ji bo jiyanê ku em behs dikin jî ji rastiya xwe were derxistin, tene wekî jiyan were hesibandin bi dehan têgîn û nasnameyan bi awayekî hovane dinav desthilatdaran de hatiye bê nirx kirin. Pergala moderniteya kapîtalîzm wisa kiriye ku bi dagirkirina hişê mirovahiyê re cudabun û rengbuna gelan ji holê rakiriye. Wisa buye mirov pir taybetmendiyê xwe yên civakî ku karibe xwe pênase bike nabîne. Rêbertî di parêznameyan de bi awayekî berfireh bin wateya jiyanê xêz dike û dek û dolabên hêzên desthilatdar jî kişf dike. Taybet paraznameya dawî de Pirsgirêka Kurd û çareseriya Netewa Demokratîk de mirov bi awayekî zelal dibîne ku Rêbertî destpêkê qala têgîn û têgehan dike. Ew ji bo me dide diyar kirin kû mirov destpêkê jiyanê nas bike û pirsgirêkan tespit bike, li gel wî çareserî pêş bixe hewce dike têgînên ku ji rastiya xwe hatiye dûrxistin bi awayekî rast nas bike û bi wate bike. Tegîna çand û berxwedan jî têgînekî wisaye di jiyana mirovahiyê de hertim diyarker buye û mirov nikare ji van her du têgînan jiyanekî cuda jiyan bike ye. Lê em mêze dikin moderniteya kapîtalîzm wisa kiriye ku ev herdu têgîn jî ji mana yê xwe derxistiye. Jiber ev pergal di vê zanabunê daye ku gelan çiqas bê çand û bê berxwedan be ewê ewqas karibe pergala xwe di şaneya civakan de bicîh bike û bivê re ewê civakbun ji holê rabike. Her çiqas çanda berxwedanê ji aliye hêzên faşîstan were astengkirin jî em dema dîrokê mêze bikin emê bibinin ew çand her tim zindî maye û bê guman yê ku çanda berxwedanê parastiye jî jin e.
Berxwedan tê maneya ku tu tiştên ku naxwazî jiyan bikî, li hember disekinî û berxwê didî. Di gerdunê de mirov mêze bike dibîne di hemû zindiyan de ew berxwedan heye û ew zagona gerdûnê ku tû wenda jî bikî qezenc jî bikî dîsa jî berxwe didî. Dema mirov pisîkekî bixwaze bigire an go ew pisîk hîs bike tuyê zerar bidî yekser neynokê xwe derdixe berxwe dide. Dema em bixwazin gulekî jêbikin ew bi stîrîyê xwe dixwaze asteng bibe, dema tu dest bavêjî helîna çukan wê demê ew ciyê helîna xwe diguherîne û berxwe dide. Heman demê em mêze bikin piranî çîrok, helbest û dengbêjan de ku em guhdar dikin de her berxwedan tê ser ziman. Em dema ji xwe pirs bikin beramberê çi berxwedan, beramberê çi sekinandin, çi qebul nekirin? Ewê bi sedan bersîvên beramberê dagirkerî, sermaye, birçîbun re, bêheqîre, zulmê re, tirs re, qirkirinê re, tunekirinê re berxwedan derkevê pêş berême. Gelên kû dema zimanê wê, çand û nasnameya wê were tune kirin, nikare bê deng be viya bi hêsanî qebul bike. Beramberê wê de ji bo hebuna xwe mayînde bike û biparêze rêya berxwedanê dibîne. Dîrok wisa ye ku paşeroj, pêşeroj û kêlî bi awayekî zindî diherike, lê girîng ewe ku mirov vê herikbariyê re çavê xwe veke di pişt perdeyan de bibîne, wê demê dikare rast jiyanê bixwîne û ava bike. Em bala xwe bidinê mijar dema dibe dîroka jin, ew perdeyê reş her diçe sitûr dibe û wekî ku dîrokê de jinên berxweder tine buye tê belav kirin. Em li vir de bala xwe bidinê gotina Gerda Lerner`in ku dibêje “ Heke dîrok bi çavê jin hatiba mêzekirin, paşeroj bi watedayina jin re hatiba dizayn kirin, dîroka ku em niha dizanin ewê di bin ronahiyekî cuda de hatiba berdewam kirin û dîtin. “ Em niha bi felsefeya Rêbertî re jiyanê bi çavê jin mêze dikin û wekî Rêber APO dibêje dîroka azadiya jin bi çanda berxwedanê dinivîsînin. Lê ji ber ku ew dîrok bi awayekî rast fêm bikin û binivîsînin, pergala jinên azad ava bikin hewcedarî heye dîrokê de jinên ku berxwe dane em serî li wan bidin û nas bikin.
Jinên Kurd her tim di nava berxwedanê de cîh girtine. Kesayeta jinên Kurd ya berxweder wisa ye ku şûna ku bikeve destê dijmin û êsîr bibe, şer kiriye, xwe zinaran de û pirdan de avêtiye, xwe kiriye bombe teqandiye, bi pîrozbûna agir re buye yek. Wekî çukê anka xwe ji xoliyên xwe ji nû ve afirandiye. Lê çawa ku dîroka gelê Kurd ya berxwedêr nehatiye nivîsandin, wêrekî û jêhatîbuna jinên Kurd jî nehatiye nivîsandin. Heger em bi îddîane ku dîroka jinên azad binivîsînin pêwîste em jinên ku jiyana xwe bi çanda berxwedaniyê re hunandine em nas bikin. Mîrate, birdozî û tekoşîna jinan ku beramberê zihniyeta zilamsalarî de berxwedane mirov pêwîste derbixine holê. Tekoşîna jinên Kurd, tekoşîna Zarîfe ye ku li Koçgirî de beramberê dagirkeriyê de berxwedaye. Li Başurê Kurdistanê de Leyla Qasim e, Hûrrem e, Berîtan e, Berîvan e, Azîme ye, Zîlan e, Sara ye, Arîn e, Delal e, Helbeste û bi sedan jinên bi çanda berxwedanê re xwîna xwe wekî çemê azadiyê herikandiye ye.
Di destana berxwedana qale ya Dimdimê de , bi sedan jin ji bo ku nekevin deste dijmin jiyana xwe dawî dikin. Piştî qaleya Dimdimê dikeve deste dijmin, Xatuna Zadîne ji ber ku tola jinan hilîne Arteşekî navê “çengzerîn“ava dike, bi hezar kesan re êrîşê qaleyê dike û dîsa qale bidest dixe. Di raperîna Agirî de Xatuna Gulnaz rolekî girîng leyîstiye. Raperînên ku pêşengtiya Seyît Riza de pêş ketiye tekoşîna Besê û Zarîfe tekoşîna parastina rumeta jin e. Taybet Zarîfe kesayetekî mînake ku di mafê jinan de rolekî bingehîn leyîstiye. Di raperîna Garzanê de Rindêxan rolekî serekî dileyze lê êsîr dikeve deste dijmin. Lê dema êsîr dikeve vê yekê ji bo na xwe qebûl nake, xayinan re dibêje ez dixwazin cara dawî pirda Malabadî bibînim, dema digihîje pirda Malabadî ji bo ku teslîmiyet qebûl nake xwe davêje nav ava Dicle yê . Leyla Qasim li beramberê rejîma Baasê de ji bo ku dengê gelê Kurd hemu cîhanê re bide sehkirin tevlî çalakiya balafir revandinê dibe. Divê çalakiyê de tê girtin û di nav 20 rojan de tê sêdare kirin. Leyla Qasim “ Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanibin ku bi kuştina min re ewê bi hezaran Kurd hişyar bibe. Ez di azadiya riya Kurdistanê de ji ber ku canê xwe feda dikim pir keyfxweşim, şahnazim û serbilindim“ dibêje.
Em dibînin çawa di dîrokê de êrîşa zilamsalarî hertim hebuye lê berxwedana jin jî bi ti awayî nesekiniye, di serdema niha yê ku moderniteya kapîtalîzm dixwaze vê serdemê de bi zulme xwe ve rêve bibe, berxwedana jin niha gihiştiye lutkeyê herî bilind . Şerê cîhanê sêyem û krîza cîhanî li her derê de wisa kiriye ku faşîzm belavê her derê buye, ew jî herî zêde riya qirkirinê ser jinan de vedike. Wekî her demê di nav şerde herî zêde yê ku êş dikşîne berdelên herî mezin dide jin e. Lê pêvajoyên ku em têda ne herî zêde jin pêwîstiyê hebûna xwe parastinê dibîne û tekoşîn dike. Jin di vê zanabunê de ye pêvajoya ku hêzên desthilatdar herî zêde ji bo nasnameya jinê tune dike de, jin heger xwe neparêze, hêza xwe ya parastinê ava neke û berxwe nede nikare hebuna xwe ava bike û bidomîne. Ev ji bo hemu tevgera jinan derbasdare. Di hemû welatan de tevgerên ku mafê jinan diparêze hene, lê bingehê de van tevgeran çiqas ji bo mafê jin têdikoşe ew mijarê lêpirsinêye. Tevgerê jinan pêwîste bi yek ahengekî de hevdu re tekiliyê wê hebe û bi awayekî rast ji bo çanda berxwedanê ya jinan tekoşîn bike. Rêbazê tekoşîna jinan heman demê rêbazê hebuna xwe ava kirina jinan e. mirov dema rêbazê berxwedanê derbixe holê û zindî bike dikare wekî jin hebuna xwe jî hem bide nasîn û hem jî mayinde bike.
Jin dema zilm, zordarî û neheqî bibine jin bi awayekî pir bi hêrs berxwedide. Ulrike Menihof “ şunê ku ez hestiyar an go xembar bibim, çêtire ez bi hêrs bibim“ dibêje. Ya rastî bivê gotinê re pêwîstiya berxwedanê jinan vedibêje. Di cewhera berxwedana jinan de beramberê hişmendiyê de hêrs heye, perdeye ber çavê xwe qetandin heye, wêrekî heye û asaleta serî rakirinê heye. Jin bi hêrsekî mezin dibêje ez jî heme, ez jî mirovim, bi hêzim, hestêmin heye û dikarim bikim. Berîkirina min û xeyalêmin jî heye. Jin îro bi îhtîşam û rûmete kî mezin derketiye ser dîka dîrokê û bi saya arteşbûn û partîbûna jin , jinên Kurd wekî çanda kevnar ya xwedawendan xwe gihandine lutkeya berxwedanê û rûmetê. Jin berhemê xwe yên bi hezar salane ji deste wê hatiye dizîn bivê riyê girtiye dest û ji bo parastina van nirxan û berheman ji xwe bawer gav diavêje û ew çanda wê ya berxwedanê riya jinên cîhanê ronak dike. Encamên ku jinan dibe berbi azadiyê bi saya Rêber APO pêşket. Rêber APO “ arteşbuna jin xweşikbuna xeyalên me ne“ dibêje. Yê ku herî zêde çanda berxwedana jinan parast û ji bo me da nasîn Rêber APO ye. Jinên Kurd anî vê astê ku ji bo bibin layiqê vê berxwedaniyê tekoşînên mezin dan. Jinên Kurd bi xwe re, kevneşopiyê re, bi zihniyeta zilam re, bi hêzên netew-dewlet re ji bo ku vê çandê biparêze şer dike û tekoşîn dike. Li çiya, deşt, zindanan û hemû cihên jiyanê de jin berxwe dide û dîroka azadiya jin dinivîsîne. Niha jinên berxweder beramberê hêzên hovane de bi nasnameya YJA-STAR şer dike, jiyana bi azadiyê hatiye hunandin de cihê xwe digre û dibe sterkekî di nav keziyê jiyana azad de. Em çîroka berxwedana jinan dibîhîsin. Rihê jinên berxweder çawa ku dîrokê de jiyana xwe wekî destanekî domandiye niha jî em dibinin ku ew berxwedan me dibe berbi serkeftinê. Serkeftin û berxwedana jin bi JIN JIYAN AZADI re belavê hemu jinên cihanî bune. Çîrokên jinên berxweder di behra JIN JIYAN AZADî de de kom dibe û ti hêzên dagirker nikare vê behrê zuwa bike. Berxwedana jinan bi qêrîna xwe ya azadiyê ve van hêzên desthilatdar dinav behra azadiyê de difetisîne. Ew Behr li Kobanê dibe tilîliya Arîn Mîrkan, li Rojhilat dibe Jîna Amînî, li Bakurê Kurdistan dibe Narîna Biçuk, Li başurê Kurdistan dibe Gulîstan Tara û Hêro Bahaddîn… Ji Kurdistanê ber bi cihanê diherike û tovên jiyana azad ku ji aliye Rêbertî ve li gerdunê hatiye avêtin vê tovê bi çanda xwe ya berxwedanê av dide. Her çiqas berdelên giran em bidin jî em îro li her derene, berxwedanê me li her derê de deng vedide û bi baweriyekî mezin dibêjin ku em natirsin, bi tekoşîna xwe ve tola hezar salan ji hişmendiyê zilamsalarî digrin…”