NAVENDA NÛÇEYAN – Gelê Bakurê Kurdistanê ji ber nerazîbûnên li dijî qeyûmên tayînî şaredariyên ku Wezareta Karên Hundir a Tirk ku bi hinceta dozên li dijî hevşaredarên şaredariyan hatine vekirin desteser kiribûn û îradeya gel îpotek kiribûn, nerazîbûn nîşan dan.
Wezareta Karên Navxweyî ya Tirk, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Halfetiyê yên di bin rêveberiya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) de desteser kir û qeyûm tayîn kir.
Kesên ku qebûl nekirin li ser vîna wan îpotek bê danîn an jî li şûna wekîlên wan qeyûm bên tayînkirin, daketin qadan, li ber avahiyên şaredariyan kom bûn û ev pêkanînên ku tu bingehên hiqûqî tine protesto kirin. Leşker û polîsên Tirk bi ava şid û guleyên lastîkî êrîşî gel û girseyê kirin û bi danîna barîkatan li ber şaredariyê nehiştin girse bikevin hundir. Ji girseya ku li hemberî êrîşa polîsan li ber xwe dan hin kes hatin derbkirin û binçavkirin.
Girseya gel ku li Mêrdîn, Êlih, Amed, Mêrsîn, Halfetî û Wanê daketin kolanan û li ber avahiyên şaredariyan daketin qadan û gotin, “Eger qeyûm hebe muzakere nabe”, “Bijî berxwedana Gelê Kurd” dewam dike. Bi dirûşmeyên “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” polîtîkayên mêtingeriyê yên bloka faşîst a AKP-MHP’ê ya qirkirin û dagirkeriyê protesto kirin.