NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî banga çalakiya lezgîn a KCDK-E’yê li gelek bajarên Ewropayê, êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlih û Xelfetiyê, ji aliyê ciwan û endamên TCŞ’ê û TekoJIN’ê û ji aliyê gelê Kurdistanê ve hat protestokirin.
Li ser banga çalakiya lezgîn a KCDK-E’yê, ciwan û Kurdistaniyên endamên TCŞ’ê û TekoJIN’ê li Stasyona Trenê ya navendî ya Winterthur a Swîsreyê hatin cem hev û Li dijî tayînkirina qeyûman li şaredariyên Kurdistanê pêk hat daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
ARNHEM
Ciwan û welatparêzên li navenda bajarê Arnhem a Hollandayê li hev civiyan, tayînkirina qeyûman li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Rihayê ya Xelfetî (Halfetî) bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kirin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de hat destnîşankirin ku polîtîkayên emniyetê qirkirineke siyasî ye û hat gotin ku ev polîtîkayên tinekirin û înkarkirina Kurdan e.