ŞENGAL – Ciwanên Ereb li Şengalê ji bo Rêber APO meşiyan û silava Rêber APO ya vê dawiyê ji Îmraliyê şandî, bi kêfxweşî pêşwazîkirin.
Di 23’yê Cotmehê de parlemanterê DEM Partiyê Omer Ocalan li Imraliyê bi Rêber APO re hevdîtin pêkanî. Rêber APO di hevdîtinê de ragihanidibû ku tecrîd dewam dike û ji her kesê re silav şandibû. Ciwanên Ereb ên Şengalê silava Rêber APO bi meşek girseyî pêşwazîkirin.
Meşa bersivadana silavên Rêber APO ji aliyê Însiyatîfa Ciwanên Ereb û Jinên Ciwanên Ereb ve hate organîzekirin. Meşa ciwanan ji Gundê Barê destpêkir bi qasî seatekê dewam kir, di nava meşê de stranên şoreşgerî û bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bi can bixwîn bi terene ey Serok’ hatin berz kirin.
Meşê bi qasî seatekê heya li nava Gundê Barê dewam kir û daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endamê Rêveberiya Însiyatîfa Ciwanên Ereb Hesed Eswed ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Li ser navê tevahî ciwanên Şengalê û bi taybet ciwanên Ereb hezar silavên xwe ji Rêber APO re rêdikin û di bêjin em gelek kêfxweş bûn ku tendurstiya wî başe. Serok di hevdîtina xwede silavên xwe rêkiribûn, me jî weke ciwanên Ereb gelek moral jê girt û xwestin bi meşekê silavên Serokê xwe bi bersivînin, meşa me ya îro jî ser wî esasî bû.
Wek ciwan emê berdewam bibin li ser çalakî, meş û mîtingên xwe heya ku em dîwarên Îmralî hilnewşînin û serokê xwe fîzikî azad nekin, em weke ciwan vê sozê didin ku heya serok azad nebe emê jî dev ji çalakiyên xwe bernedin û roj bi roj bi hêztir bikin.
Çawa di nava çalakiyên xwe yên beriya niha de me dewleta Tirk a dagirker anî wê astê û mecbûr kir ku rêya hevdîtina bi serok re veke, emê wisa li dewleta Tirk bikin ku serokê me fizîkî azad bike, ew hêza me wek ciwan heye, her ciwanekî me li vir û tevlî vê meşê bûyî hêzek wî heye ku bi erekekî rabe heya azadiya serok mayînde bibe.
Ciwan ne tenê li Şengalê, li seranserî cîhanê dinava têkoşînê dene, bi taybet piştî silavên serok moralek û hestekî pir cûda da ciwanan, pêwiste ciwan jî bi wî awayî tevbigerin û çalakiyên xwe hîn bi bandor û bi hêztir bikin, ji ber ku hêza ciwanan heye, rê li ber deriyek nû veke û em dibêjin rêya çareseriyê yekane jî wê azadiya fizikî ya Rêber APO be Em tu rêyên din ji xwere ne qebûl dikin û ne jî di pejirînin.
Em li vir ji dewleta Tirk a dagirker e re diyar dikin û di bêjin ku em hene û wê hebin, qet ne fikire ku rojekê emê tune bibin yan jî bê hêz bibin. Çawa beriya niha em bi hêz bûn em niha û piştî silavên serokê xwe bi hêztir bûne, emê tu carî gava paşde navêjin û her pêngavek me wê bibe deriyekî çareseriyê û ew hêza me weke ciwan heye.” Meş bi dirûşmeya ‘Bijî serok APO’ bi dawî bû.
Ciwanê bi navê Ebdulkerîm Nayîf ku tevlî meşê bibû ji ajansa me re axivî got; “Silavên Serok rêkirine li ser seran û ser çavan, em jî hezar silavên xwe ji Serokê xwe re rêdikin Em weke ciwanên Ereb yên Şengalê û tevahiya pêkhateyên din jî livir di bêjin, em dev ne ji meş û ne jî ji çalakiyên xwe bernadin heya ku em serokê xwe fizîkî jî azad nekin.”
Endamê Însiyatîfa Ciwanên Ereb Yûnis Elteyî jî got; “Îro weka ciwanên Ereb yên Şengalê weke bersivdayîna silavên serokê xwe bi meşekê bersivand û bi hezaran silav ji Şengalê heya Îmralîyê me ji Serokê xwe re rêkirin û di bêjin emê heya serok bi fizikî azad bibe dev ji çalakiyên xwe bernedin. Dem hatiye êdî serok jî di nava gelê xwede be û pêre jiyan bike.”