NAVENDA NÛÇEYAN – Berxwedana li dijî tayînkirina qeyûman di roja xwe ya duyemîn de bi tilîliyên berxwedanê didome. Çalakiyên ku piştî qeyûm tayînî şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xalfetî ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatin kirin, li gelek bajarên Kurdistanê destpê kirin, dewam dikin.
XELFETÎ
Li navçeya Xelfetî ya Rihayê ku qeyûm lê hate danîn, berxwedana li dijî darbeya qeyûm di roja duyemîn de mezin bû û dewam dike. Xelkê Xelfetiyê danê sibehê li ber avahiya şaredariyê li hev kom bû ku ji aliyê polîsên AKP-MHP’ê ve hatiye dorpêçkirin û berxwedana xwe dewam dike. Girseya gel li vê derê dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Bijî berxwedana Xelfetiyê” diqîre. Gel diyar dike ku heta encamê bi dest bixe wê berxwedana xwe dewam bike.
ÊLIH
Li Êlihê jî gelek koman ber bi şaredariya ku qeyûm lê hatibû tayînkirin, bi dirûşmeyan meş pêk anîn. Meş bi dirûşmên ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destpê kir. Polîsan xwestin ciwanekî binçav kirin, gel kete navberê û nehişt. Li ser nerazîbûna gel, polîs vekişiyan. Girseya gel bi dirûşm û tilîliyan ber bi kolana Gulistan meşiya. Protesto li ber şaredariyê didome.
MÊRDÎN
Partiya DEM’ê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, civîna xwe ya Meclîsê li dar dixe. Hevseroka Giştî ya DEM’ê Tulay Hatîmogullari di civîna komê ya ku li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat lidarxistin de axivî û got, “Em ê derbeya qeyûm pûç bikin.”