ÊLIH – Polîsan êrîşî welatiyên ku li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Êlihê li ber xwe dan, kirin. Tevî hemû êrîşên polîsan, berxwedana welatiyan berdewam kir.
Welatî li gelek nuqteyan hatin cem hev û bê navber siloganên “Roj bê, dem wê biguhere, AKP wê hesab bide gelan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” qîriyan. Navenda çalakiyan eniya şaredariyê ya dorpêçkirî bû. Gelek kes tevlî çalakiya li vir bûn.
Beşek ji girseya gel bi berzkirina dirûşmeyan ber bi avahiya Rêxistina Parêzgeha DEM’ê ve meşiyan. Hin kesan jî li gelek nuqteyan li dijî qeyûman dest bi xwepêşandanê kirin. Tevî êrîşa polîsan jî meş û berxwedan dewam dike.