NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê (YCWK) tevahiya şevê li dijî qeyumên dewleta Tirk a dagirker li Wan û Elîhê di nava çalakî û şer de bûn. Di pevçûnan de li dijî polîtîkayên dagirkeriyê helwesta radîkal a ciwanan hat nîşandan.
Daxuyaniya YCWK’ê ya têkildarî çalakiyan wiha ye:
“Ji yekîneyên me yên YCWK Wan û Êlîhê li dijî qeyûman çalakî!
Di çarçoveya pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, bi Rêber APO re azad bibin” yekîneyên me yên YCWK’ê şevê din li gelek nuqteyên Wan û Elîhê bi polîsan re pevçûn.
Yekîneyên me yên ku gelek çalakiyan li dar dixin, li her qadê pêşengiya gelê Kurd ê welatparêz dikin. Em bang li ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin ku li her qadê xwedî li nirxên têkoşînê derkevin.
Bijî Şerê Gel ê Şoreşgerî”