BEHDÎNAN- Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
2’ê Mijdarê saet di 13:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me yên YJA Starê dest li dagirkeran werdan ku hewl didan xwe bigihînin tunelên me yên şer.
3’ê Mijdarê saet di 23:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi rêbaza sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek birîndar bû.
Li Herêma Metînayê;
1’ê Mijdarê saet di 21:25’an de li Qada Berxwedanê ya Bêşîlî hêzên me dest li helîkopteran werdan.
2’ê Mijdarê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.
2’ê Mijdarê saet di 09:10’an de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê bi çekên nîv otomatîk li kamerayeke mobesse ya dagirkeran hate xistin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
2 û 5’ê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
2’ê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
2’ê Mijdarê li Herêma Xakurkê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Lolanê 2 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
2’ê Mijdarê li Herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Dergelê 2 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
2, 3, 4 û 5’ê Mijdarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Rostê, Kendekola, Qele, Berbizinê, Şehîd Şerîf û Lolanê 15 caran, li Herêma Garê qadên Dêreşê, Heftebax, Girê Kun, Deşta Kafya, Girê Mesken, Kanî Sarkê 9 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Dergelê û Bêşîlî 4 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bahar 6 caran; bi giştî 34 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
1 û 5’ê Mijdarê li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî 2 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 4 caran; bi giştî 6 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.”