NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya YCWK (Yekîtiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê) de, der barê çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûmande wiha hat gotin:
“Di çarçoveya Pêngava ‘Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin’ de, şeva 5’ê Mijdarê di çalakiyên li dijî qeyûman de yekîneyên me yên YCWK’ê li qadê bi polîsan re pevçûn. Li gelek nuqteyan xwepêşandan tevahiya şevê dewam kirin. Weke ciwanên Kurdistanê erka me ye ku em her tim bersiva van êrîşên li ser îradeya gelê Kurd a bi rûmet bidin. Em bang li hemû ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin ku xwedî li nirxên têkoşînê derkevin.”