WAN – Ciwanên Wanê li dijî darbeya qeyûm a li hemberî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Halfetiyê li ser pîya bû.
Berxwedana gel a bi pêşengiya ciwanan, li dijî qeyûmên ku ji aliyê desthilatdariya faşîst, darbekar, dagirker û qirker a AKP-MHP’ê ku ji bo tinekirina îradeya gelê Kurdistanê hatine wezîfedarkirin, pêl bi pêl li tevahiya Bakurê Kurdistanê belav dibe.
Ciwanên Wanê berxwedana gel a li dijî darbeya qeyûman a li Êlih, Mêrdîn û Xalfetiyê silav kirin. Ciwan li taxên Akkopru, Xaçort û Karşiyaka yên Wanê meşiyan. Ciwanên ku di meşê de rastî mudaxeleya polîsan hatin, bi agir rê girtin û bi keviran nehiştin wesayîtên leşkerî bikevin kolanê. Ciwanan destnîşan kirin ku heta ku dewleta Tirk a faşîst qirker dawî li darbeya qeyûman bîne, ew ê her cihî bikin keleha berxwedanê.
Dengê ciwanên ku hewl dan bi stranên şoreşgerî meşa xwe li hemû kolanan belav bikin, bi dirûşmên “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor”, “Bijî Serok APO”, “Bê Serok jîyan nabe” li kolanên Wanê deng vedan.