NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên HBDH’ê yên Gever Zafer, li dijî qeyumên dewleta Tirk a dagirker, li navçeya Îzmîrê ya Çîglî, Fabrîqeya Hilberîna Kîmyewî ya li qada Sanayiya Organîze Îzmîrê şewitandin.
Daxuyaniya HBDH’ê ya têkildarî çalakiyê wiha ye:
“Milîsên HBDH’ê yên Gever Zafer (Alî Bor) di 6’ê Mijdarê de li Îzmîr/Çîgli’yê, li qada Sanayiya Organîze ya Ataturkê li Kargeha Hilberîna Kîmyewî şewitandin. Piştî çalakiyê milîsên me bi silametî gihiştin herêmên xwe.
Weke Mîlîsên Şoreşger ên Yekbûyî em bang li herkesî, derdorên demokratîk û şoreşgerên li dijî desthilatdariya faşîst dikin ku heta dawî piştgiriyê bidin berxwedana rewa ya gelê Kurd, bi taybetî li metropolên Tirkiyeyê dengê xwe hîn zêdetir bilind bikin. Li dijî zîhniyeta faşîst û metînger li ku dibin bila bibin têkoşînê mezin bikin.
Îro roja şikandina tecrîdê û derxistina dagirkeran ji Kurdistanê ye!”