NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) di çarçoveya ‘Pêngava Serhildanê ya li dijî Darbeya Qeyumên Faşîst û Êrîşên Dagirkeriyê’ de li 10 taxên Êlihê bi artêşa Tirk a dagirker re şer kir û kepçeya baregeha leşkerî ya Licê rûxand.
Daxuyaniya MAKê ya têkildarî çalakiyan wiha ye:
“6’ê Mijdarê di saetên êvarê de li gelek taxên Êlihê, milîsên me li dijî artêşa Tirk a dagirker daketin qadan. Milîsên me yên ku li gelek nuqteyan barîkat danîn, heta derengiya şevê li ber xwe dan. Milîsên me û gelê me li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. Li taxên Bağlar, Îpragaz, Taxa Koçera, Cûdî, Petrolkent bi bombeyên destan, molotof û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşên dijwar ên polîsên dagirker ên li taxên Karşiyaka, Emekli Toki, Hilal, Pazaryeri û Bayindir Ji gelek taxan, dagirkeran heta saetên sibehê bi piştgiriya hewayî êrîşî qadên berxwedanê kirin.
5’ê Mijdarê saet 20.45’an li herêma Apê Mûsa ya navçeya Licê ya Amedê li gundê Peykoyê li herêma qereqola leşkerî ji aliyê milîsên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Kepçeya Excavator a ku di çêkirina rêya leşkerî de dixebitî, bi taktîka sabotajê hat şewitandin û îmhakirin.”