NAVENDA NÛÇEYAN – Akademiya Ragihandina Ciwanan a Şehîd Rênas Avesta ku di 15’ê Cotmehê de bi beşdariya 11 ciwanên Kurd li ser navê Şehîd Hogir Botan hatibû destpêkirin, bi coş û moralê bi dawî bû.
Di dewreyê de dersên bîrdozî yên wekî Wate û Girîngiya Perwerdeyê, Rastiya Rêbertî û Dîroka Partiyê, Çand û Exlaqê Şoreşgerî, Welatparêzî, Şerê Taybet, Şerê Gel ê Şoreşgerî, Zayendperestiya Civakî, Jineolojî û Ragihandin û Dîroka Çapemeniya Azad hatin dayîn. Her wiha ji ciwanan re dersên kamera, montaj, fotoshop û pratîk ên wekî zimanê nûçeyan û çalakiyê jî hatin dayîn.
Di vê pêvajoyê de ciwanan bal kişandin ser wê yekê ku Rêber APO kî ye, îdeolojiya ku em têdikoşin û dixwazin zindî bikin û ji bo zindîkirina vê xebata çapemeniyê çi ye.
Ciwan hêza herî dînamîk û pêşeng a civakê ne. Li ser vî esasî girîng e ku ciwan bi pêşengiya xebatên çapemeniyê, xebatên dijmin derbikevin holê û li aliyê din jî fikir û felsefeya Rêber APO belav bikin û xebatên propagandayê xurt bikin. Çawa ku divê ciwan di hemû qadên jiyanê de pêşengiyê bikin, ev yek ji bo xebatên propaganda û ajîtasyonê jî derbasdar e.
Li ser vê bingehê ciwanan di heyama perwerdeyê de bi nîqaşên li ser rola ciwanan di xebatên çapemeniyê de hewl dan ku di her bêşe de xwe perwerde bikin û xwe profesyonel bikin. Her wiha bal kişandin ser girîngî û rola Çapemeniya Azad di Şerê Gelê Şoreşgerî de. Piştî perwerdeya teorîk ciwanan 3 rojan li derve pratîk kirin. Her wiha di vê dewreyê de ji aliyê ciwanan ve serdana Goristana Şehîdan a Hesekê hate kirin û şehîdên şoreşê hatin bibîranîn.
Li ser vê bingehê ciwanan destnîşan kirin ku ew ê li her qada ku lê bin ji gel û heqîqetê re xizmetê bikin û li dijî êrîşên taybet û psîkolojîk ên dijmin wê xebateke xurt bimeşînin.