NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Jinên Ciwan a Tebqayê û Minbicê bi minesebeta 25’ê Mijdarê roja tekoşîna li dijî tundiya li ser jinê çalakiyek lidarxistin. Xebatên bi boneya 25’ê Mijdarê îro û pêşerojê ji aliyê jinên ciwan ve di bin dirûşmeyê “Bi felsefeya jin, jiyan, azadî, xwe biparêzin” tê organîzekirin.
MINBIC
Yekîtiya Jinên Ciwan li Minbic di çarçoveya dirûşmeya ji bo ku çalakiyan li dar bixin hatin cem hev. Jinên ciwan afîşên li dijî tundiya li ser jinê çap kirin û li kolanan daleqandin. Piştre bi pankarteke mezin tundiya li ser jinan a li kolanan şermezar kirin.
TEBQA
Jinên Ciwan li Tebqa broşuran li ser watê 25’ê Mijdarê belav dikin.
Buroya Jinên Ciwan di Desteya Ciwan û Werzîşê de îro sibê hemleyek ji bo belavkirina broşurên li dijî tundiya li ser jin li dibistan û peymangehên taxên navçeya Tebqayê li dar xist. Armanca van broşuran hişyarkirina xwendekara û naskirina tundiya li ser jin û zîhniyeta zilam a ku di civakê de li ser jin serdest e.