NAVENDA NÛÇEYAN – Ji Pênûsa Ciwanan
“Berî her tiştî divê were zanîn ku; Berxwedana ku bi pêşengiya ciwanên Kurdistanê dest pê kir, mezin dibe û belav dibe, berxwedaneke bi rûmet e ku hêjayî pîrozkirinê ye. Di vê pêvajoya gelekî girîng de ku li ser gelê Kurd teslîmiyet tê ferzkirin û hebûn û azadiya wî tê hedefgirtin de pêşxistina berxwedaneke bi vî rengî gelekî watedar e.
Pêwîst e berxwedana tê meşandin rast were fêmkirin. Divê were zanîn ku ev berxwedan ne tenê berxwedaneke li dijî darbeya ser vîna gelê Kurd e. Ev berxwedan îfadeya hêrsa kombûyî ya gel û ciwanên Kurd a li hemberî dewletê ye. Helbet tayînkirina qeyûman derbeyek li vîna gelê Kurd e û ev yek jî sedema berxwedanê ye. Lê divê ew tenê bi parêzgeran re sînordar neyê dîtin. Eşkere ye ku ev berxwedan ji bo dewletê hişyariyek e. Li dijî şerê li dijî gelê Kurd bertekek e. Eşkere ye ku gel ji qadan çi qêriyan û çi slogan avêtin. Gel dibêje “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e.” Ciwan dibêjin, “Ciwan Fedayê Rêber Apo ne.” Di vê wateyê de daxwaza gelê Kurd gelekî zelal e. Gelê Kurd polîtîk e û îro bi vê berxwedanê helwesta xwe bi awayekî zelal nîşan daye.
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi desteserkirina rêveberiyên herêmî dixwaze dagirkeriya li Kurdistanê kûr bike. Ji ber vê yekê qeyûm tayîn kirin. Ji aliyekê ve bi gotinên pêvajoyên nû hêviyên şaş biafirînin û refleksên raya giştî pûç bikin, li aliyê din jî dixwazin dagirkeriyê kûr bikin û teslîmiyetê li gelê Kurd û tevgera azadiyê ferz bikin. Di vê wateyê de şerekî taybet ê gelekî xeternak tê meşandin. Difikirîn ku gelê Kurd wê bêbersiv bimîne, helbet wisa nebû. Berxwedana ku hat pêşxistin lîstika wan xera kir û di rewşeke bêhêvî de hiştin. Ew şaş in ku niha çi bikin. Berxwedana gel bi rastî polîtîkaya şerê taybet şikand. Niha jî bersiva îstîsmarkirina helwesta aştiyane ya gelê Kurd digirin.
Divê ciwanên Kurdistanê bizanibin ku; Ev der Kurdistan e, dilê Rojhilata Navîn e, vir de gotin na, çalakî diyarker in. Gelê Kurd heta niha çi bi dest xistiye, bi berxwedanê bi dest xistiye. Pêwîste bê zanîn ka berxwedana rêxistinkirî çi kariye. Berxwedan deriyên ku li van xakan venekirî vedike. Berxwedan dengê nebihîstin a bindestan e. Li van xakan kes li gotinan nanêre, li hêza rêxistinî û çalakiyê dinêre. Bê şik divê em dengê xwe bidin, lê divê em vê rastiyê ji bîr nekin. Peyv tenê dema ku bibin kiryar dikarin wateyekê bidin. Me hemûyan dît ku ne wekî din bû. Û vê berxwedanê careke din nîşanî her kesî da ku tu hêz nikare li hemberî berxwedana rêxistinbûyî ya gelan bisekine. Careke din nîşan da ku berxwedan ber bi serketinê ve diçe û teslîmiyet ber bi îxanetê ve diçe.
Di vê wateyê de heta deriyê Îmraliyê neyê vekirin divê ciwanên Kurdistanê nesekinin. Vîna me ya hebûn û azadiyê heye. Heta deriyê Îmraliyê neyên vekirin divê bêhna xwe nede û ne razê. Werin em dema bê berxwedan weke nehat jiyîn bihesibînin. Em bi berxwedanê hebûn. Ji ber ku em li ber xwe didin em li cîhanê tên naskirin û hezkirin. Ji ber vê yekê em gelê ku berxwedan jê re herî baş e. Û em ê bi ser bikevin, ji ber ku em rast in. Weke gel me bedelên giran dan û êşên bê tehemûl jiyan kirin. Em rastî her cure îşkenceyê hatin. Em şewitandin, namûsa me binpê kirin. Niha ku şansê me yê serkeftinê heye, divê em dev jê bernedin. Roj tê, av dizivire. Wekî ku tê gotin, “Eger em bixwazin em dikarin bihuştê rizgar bikin.”
Çavkanî: Rojnameya Yenî Yaşam