NAVENDA NÛÇEYAN – MJAR (MILÎSÊN JINÊN AGIR Û ROJÊ) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li Geverê rê girtin û agir pêxistin jer wiha di encama çalakiyê de dagirkerek bi giranî birîndar bû .
Ravekirin wiha ye;
“Şeva 11’ê Mijdarê yekîneyên me li taxên Esentepe, Yeni Mahalle û Cûmhûriyetê yên Geverê rê girtin û agir pêxistin. Di encamê de polîsên dagirker êrîş kirin û xwestin bikevin nava taxan. Li aliyê din hêzên me gulebaran kirin. Dagirker vegeriyan, ji ber ku me bi teqemenî û fîşekên hewayî bersiv da.
Şeva heman rojê hêzên me li dijî dijminê ku ber bi taxa Zagrosê di çû çalakiyek bi çekên ferdî li dar xistin. Di encama çalakiyê de dagirkerek bi giranî birîndar bû. Di encama çalakiyê de dijmin neçar ma paşve vekişe.”