NAVENDA NÛÇEYAN – Gelê Belûç îro 13’ê Mijdarê weke “Roja Şehîdên Belûç” îlankirin û her sal ji aliyê gelê li Belûçîstan û derveyî Belûcîstanê tê bibîranîn. Her sal şehîdên têkoşîna ya Belûç têne bibîranîn û rêzgirtin. Wan rojan li bajarê Hannover ê Elmanyayê gelê Beloç dostên xwe yên Kurd li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.
Di nava şehîdên îro de aliyê gelê Belûç tê bibîranîn jineke Belûç Zîlan Kurd (Mahal Belûc) jî heye. Zîlan Kurd navê Şehîd Zîlan (Zenynep Kinaci) girt li dijî artêşa dagirker a Pakistanê çalakiya fedaî pêk anîbû.
BELÛC KÎ NE?
Belûc neteweyeke Îranî ye ku li eyaleta Belûcistanê ya Pakistanê û li Îran û Efganistanê ye. Nifûsa wan ji 9 milyonî zêdetir e. Bi zimanê Belûcî û Brohîceyî diaxivin. Li gorî gelek çavkaniyan Belûc (Baloch) bi Kurdan re ji heman qewmî ne û neviyên Medan e. Gelê Belûcistanê çand û zimanê xwe gihandine vê serdemê.
Welatê wan Belûcistan mîna Kurdistanê bi çar parçeyan hatiye parçekirin û dagirkirin. Li gorî belgeyan, Belûcistan di bin dagirkeriya Îran, Pakistan, Efganistan û Hindistanê de ye. Belûc, tevî nexşe û ala xwe, nexşe û ala Kurdistanê jî nîşan didin û eşkere dikin ku ew heman gel in.