KOLN – Li Kolnê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) êvarê posterê Rêber APO vekirin û ji bo meşa mezin a 16’ê Mijdarê banga tevlîbûna çalakiya piroteknîkî kirin.
Xwepêşandana bi şîara “Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” wê li bajarê Kolnê bi sed hezaran beşdaran bê lidarxistin. Amadekariyên meşê di nava tevgera ciwanan de bê navber dewam dikin.
Di kampanyayeke rengîn de ku ciwanan afîş bi çirayên zer, sor û kesk xemilandin, li ser pireke qelebalix a Kolnê bilind kirin. Li ser posterê nivîsa “Ji Ocalan re azadî” hat vekirin. TCŞ’ê bang li ciwanên Kurd kir ku di 16’ê Mijdarê de xwedî li berxwedana xwerêveberiyê derkevin û tevlî hemleya azadiya fîzîkî ya Rêber APO bibin.
Ciwanan piştî daliqandina afîşê fîşekên hewayî pêxistin û bang li hemû ciwanên Ewropayê kirin ku di 16’ê Mijdarê de li bajarê Kolnê di berxwedana xwerêveberiyê de pêşengiyê bikin û bi azadiya Rêber APO re dilsoziya xwe nîşan bidin.