NAVENDA NÛÇEYAN – Li Îranê darvekirina welatiyan pir zêde bûye. Bi taybetî jî gelek kesên ku têne darvekirn ji netewên Kurd û Belûçin. Rejîma Îranê bi tometa ‘endamtiya rêkxistina çekdarî ya li dijî Îranê’ di 10’ê Mijdarê de cezayê darvekirinê li girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî birî. Nerazîbûnên dijî biryara darvekirinê Werîşe Mûradî her ku diçi zêde dibin.
Jinên li Girtîgeha Evînê tê girtin ragihandin ku wan dest bi greva birçîbûnê kirine. Jinan dirûşmên “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bimire dewleta Îranê” qîriyan.
Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyekê biryara îdamkirina Wirîşe Muradiyê (Ciwana Sine), çalakvana mafên jinan û endama Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) şermezar kir û ev ceza wek êrîşek li ser tevahiya civakê û gelên Îranê bi nav kir.
Divê çarçoveyê de Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê bang li her kesê kir ku dijî cezayê darvekirinê bibin dengê Werîşe Mûradî û rê nedin darvekirinan.
Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê (SKB) jî ev bang li karker û kedkaran kir: “Bêdengî darvekirinan zêde dike, ji darvekirinan re bibêjin na, çi ji destê we tê bikin!”
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî biryara darvekirinê ya li hemberî Werîşe Mûradî hate dayin daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Têkildarî Werîşe Mûradî ku di Tebaxa 2023’an de ji aliyê hêzên Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê ve hate revandin û êşkenceyeke giran lê hate kirin, beriya du rojan cezayê darvekirinê hate birîn. Em vê biryara li dijî hiqûqê bi tundî red dikin.”
Li ser bangewaziya Kongra Star li Qamişlo ji îro bi meşekê girseyî biryara darvekirinê ya li dijî çalakvana Kurd Werîşe Mûradî hat şermezarkirin.
Di çarçoveya xebatên Yekîtiya Jinên Ciwanên 25’ê Mijdarê de, cezayê îdamê li Îranê weke tundiya li ser jinê tê nirxandin û bang tê kirin ku li dijî îdamê dengê xwe bilind bikin.