DÊREZORÊ – Ciwanên Şoreşger ên Dêrazorê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO meşek meşale hate lidarxistin.
Yekîtiya Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger ên Dêra Zorê li kampa Ebû Xeşeb a rojavayê Dêrezorê meşeke şevê li dar xistin. Ciwanên beşdar bi ragirtina meşaleyên, wêneyên Rêber APO û bi qîrîna dirûşmeyan daxwaza azadiya Rêber APO kirin.
Piştre li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêra Zorê daxuyaniyek hat dayin; “Di şexsê Rêber APO û gerîlayên azadiyê şerekî mezin tê meşandin û bi baweriya serketinê dimeşin. Êdî dem hatiye ku em weke ciwan tiştên ku Rêber APO fêrî me kiriye pêk bînin. Bi saya belavkirina fikir û felsefeya Rêber APO, şoreşa me gihişt vê qonaxa herî bilind. Her wiha ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO divê tevahî gelê cîhanê têkoşînê xurttir bikin. Ji ber ku çareserî fikir û felsefeya Rêber APO ye.”