ŞEHBA – Bi pêşengiya jinên ciwan ên Efrînî û Şehbayê îro li Şehbayê meşek girseyî ji bo azadiya fîzîkî Rêber APO hate lidarxistin.
Rêber APO nêzî 26 sal in li êşkencexaneya Îmraliyê di bin tecrîda mutleq a ku mînaka wê li cîhanê tuneye tê ragirtin û nêzî 4 sal in bi tu awayî agahî nayê girtin. Li hemberî vê yekê ciwan û jinên ciwan ên Rojava di nav tevgerê de ne. Di serî de jinên ciwan ên Efrînî û Şehbayê rola pêşengiyê dilîzin. Jinên ciwan ji bo azadiya Rêber APO her tim çalakiyan cur bi cur li dar dixin.
Bi tevlîbûna welatiyên Efrîn û Şehbayê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber APO hate şermezar kirin. Meş li navçeya Ehdas li ‘Duwêra Ehdas’ heya ‘Gulistana Rêbertî’ bi însîyatîva gel hate bi birêxistinkirin. Di meşê de gelek wêneyên û alên Rêber APO hatin hilgirtin. Her wiha gelek pankarten bi nivîsa: “Rêber APO îrade me ye” hatin hildan.