ŞEHBA- Yekîtiya Xwendekarên Kantona Efrînê bi hevrêziya Şaredariya Gel, di çerçoveya kampanyaya “Mala xwe, axa xwe, welatê xwe biparêze de” li kantonê hemleya paqijiyê dan destpêkirin.
Yekîtiya Xwendekarên kantona Efrîn û Şehbayê îro danê sibê bi hevkariya Şaredariya Gel, bi beşdariya 120 xwendekarên xort û keç û tevî hejmarek mamosteyan, Kampanya paqijiyê da destpêkirin.
Ew Kampanî paqijkirina cadeyên niştecihbûnê li deverê armanc dike, da ku jîngeha herêmî baştir bike û jiyanek bi tendurist ji şêniyên kantonê re peyda bike.
Di kampaniyê de hejmarek mezin ji niştecihên kantonê beşdar bûn, ku di encamê de piştgirî dan hewlên xwendekaran di vê pêngavê de, ku armanca wê xurtkirina xebatên komî, paqijkirina kolanan û parastina jîngehê de ye.