HESEKÊ- Hevberdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger Ronahî Amanos (Hêvîn Hisen) ku danê vê sibehê şehîd bû, ji Nexweşxaneya Şehîd Xebat hat derxistin û şandin Hesekê.
Cenazeyê şehîd Ronahî Amanos ku li bajarê Hesekê ji aliyê hevrêyên xwe û gel ve bi pankartên Rêber APO û alên TCŞ’ê hate pêşwazîkirin, bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd”” ber bi Şehbayê ve hate oxirkirin. .
Şehîd Ronahî Amanos 2 hefte berê di encama krîza dil de rakirin nexweşxaneya Şehîd Xebat. Hate hînbûn ku Ronahî Amanos ê li nexweşxaneya ku 2 hefte lê tê dermankirin vî siharê jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê jina ciwan a ji Efrînê, ji aliyê hevalên wê ve ber bi Şehbayê ve hate şandin. Şehîd Ronahî Amanos wê sibe li Şehbayê bi merasîmekê girseyî bê oxir kirin.